"Ez ji bo ku bi pirîka xwe ra Zazakî biaxivim dixwazim Zazakî hîn bibim"

Di çarçoveya qanûna ku 7 sal berê hat derxistin û perwerdeya mecbûrî derxist 12 salan Zazakî li dibistanên navîn wekî dersa bijarte hat dayîn. Di vê çarçoveyê da yek ji cihên ku xwendekaran di bernameya "Ziman û Zaravayên Zindî" da perwerdeya zimanê dayikê dîtin bû Bingol.

"Ez ji bo ku bi pirîka xwe ra Zazakî biaxivim dixwazim Zazakî hîn bibim"

Li Bingolê bi sedan xwendekarên dibistana navîn bi piştgiriya Wezareta Perwerdeya Neteweyî û Zanîngeha Bingolê Zazakiya zimanê xwe yê zikmakî hîn dibin.

Di çarçoveya qanûna ku 7 sal berê hat derxistin û perwerdeya mecbûrî derxist 12 salan Zazakî li dibistanên navîn wekî dersa bijarte hat dayîn. Di vê çarçoveyê da yek ji cihên ku xwendekaran di bernameya "Ziman û Zaravayên Zindî" da perwerdeya zimanê dayikê dîtin bû Bingol.

Li bajêr li 22 dibistanên ku lê dersa Zazakî tê dayîn da 2 hezar û 280 xwendekar perwerdeya Zazakî dibînin.

Bi derfeta ku Wezareta Perwerdeya Neteweyî da û bi pirtûkên dersê yên ku bi piştgiriya Zanîngeha Bingolê hatin amadekin heta îro nêzî 10 hezarî xwendekarî firsend dît ku zimaê xwe yê zikmakî hîn bibin.

"Ez ji bo ku bi pirîka xwe ra Zazakî biaxivim dixwazim Zazakî hîn bibim"

Li Dibistana Navîn a Gaziyê ya ku yek ji 22 dibistanên ku perwerdeya Zazakî lê tê dayîn e 240 xwendekar di 8 fêrgehan da hefteyê 6 saetan dikevin vê dersê.

Ji xwendekaran Ensar Ozturk daxuyaniya xwe ya ji bo nûçegihanê AAyê da got ku ji bo axaftinên diya xwe û bavê xwe fehm bike, bikare bi mezinên xwe yên ku Tirkî nizanîn ra biaxive dersa Zazakî hilbijart.

Ozturk got ku "Ez gelekî ji Zazakî hez dikim. Pîrka min Tirkî nizane. Ji bo ku bikarim pê ra biaxivim dixwazim Zazakî bielimim."

Azra Gundogduyê jî diyar kir ku endamên malbatê û herkesê li gundê wan dijî Zazakî diaxivin û got ku "Ji ber ku ez ji axaftinên wan tu tiştê fehm nakim Zazakî hîn dibim."

"Zazakî zimanekî wisa ye ku hînbûna wê zehmet e"

Mamosteyê Zazakî Fatîh Çaglayan diyar kir ku 4 sal e mamostetiya Zazakî dike û got ku ji eleqeya xwendekaran a bo Zazakî kêfxweş e.

Çaglayan wiha axivî: "Pêvajoya hînbûna ziman a xwendekaran dirêj e. Lêbelê ez wisa difikirim ku xwendekarên di asta pola 6emîn da jî baş in. Zazakî wekî zimanekî ku hînbûna wî zehmet e xuya dike. Ji ber ku rêz û rêzikên wî diyar nînin hin pirsgirêk derdikevin. Ev jî ji ber bilêvkirinên herêmî derdikeve holê."

Piştgiriya zanîngehê ya ji bo pirtûkên dersa Zazakî

Rektorê Zanîngeha Bingolê Porf. Dr. Îbrahîm Çapak bi bîr xist ku Zazakî li got "Etlasa Zimanên Bin Xetereyê da" ya ku Rêxistina Çand, Zanist û Perwerdeyê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) weşand da di nav zimanên bin xetereyê da cî digire û dyar kir ji bo ku vê zimanê ragihînin nifşên vê Beîa Ziman û Wêjeya Zazakî vekirin.

Çapak got "Li welatê me ji bo parastin û pêşxistina Zazakî hewlek heye. Me wek zanîngeh piştgirî da pirtûkên ku di çarçoveya mifredata ku Lijneya Talîm û Terbiyeyê diyar kir da hatin amade kirin. Ji ber ku li zanîngeha me jî bernameyên lîsans, lîsansa bilind û doktoraya Zazakî heye mamosteyên me bi Midûriya Perwerdeya Neteweyî ra xebateke hevpar dikin." Çapak da zanîn komîsyoneke ku ji 4 hîndekarên di bernameya Zazakî da cî digirin û 3 mamosteyên ji Midûriya Perwerdeya Neteweyî pêk tê hat avakirin.

Çapak qal kir ku ji hêla vê komîsyonê va kitêba dersê ya Zazakî hat amadekirin û da zanîn ku bi van pirtûkên ku Lijneya Talîm Terbiyeyê guncav dibîne va Zazak, li dibistanan wekî dersa bijarta tê dayîn.

Çapak destnîşan kir hewlên ji bo ku  Zazakî ji holê rabe tê dayîn girîng e, ziman dewlemendiya welatan e.AA

Dîroka nûkirinê: 24 Cotmeh 2019, 17:35
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE