"Ez plan dikim hilberînê saleke din derxim 2 qatî"

"Hejmara elokên min derket 5 hezarî, em bi qasî 50 hezarî jî cûcikan xwedî dikin. Heger piştgirî were dayîn, ez plan dikim hilberînê saleke din derxim 2 qatî"

"Ez plan dikim hilberînê saleke din derxim 2 qatî"

Li Şanliurfayê miteşebisê ciwan Yasin Dil çav da hevalê xwe, di hewşa mala xwe da dest bi xwedîkirina elokan kir. Dil di çarçoveya "Projeya Cotkarê Ciwan" da piştgirî wergirt û karê xwe bi pêş da bir. Dil elokên ku di tesîsa xwe da xwedî dike, li ser xwestinê dişîne herêmên cuda yên welêt.

Dilê (29) xelkê Taxa Gulverenê ya 20 kîlometre dûrî navenda bajêr, bo demekê li parêzgehên cuda di înşeatan da xebitî.

Di vê navberê da Dil çav da hevalekî xwe yê ku karê xwedîkirina elokan dike û wî jî biryar da ku heman karî bike. Dil dema vegeriya memleket wekî hobî 30 elok kirîn û dest bi hilberînê kir.

Dil di nava demê da hejmara elokên xwe zêde kirin û her wisa bi piştgiriya "Projeya Cotkarê Ciwan" a Wezareta Çandinî û Daristanê va tesîsa xwe mezintir kir.

"Ez plan dikim hilberînê saleke din derxim 2 qatî"

Yasin Dil ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir, elokên ku ew li tesîsa xwe xwedî dike, wekî goşt difiroşe çaraliyê welêt û xwe bi daxwazê ra nagihîne.

Dil wiha axivî, "Li parêzgeha me hinek hilberîner hene ku tesîsên hinekan piçûk û yê hinekan jî mezin in. Hejmara elokên min derket 5 hezarî, em bi qasî 50 hezarî jî cûcikan xwedî dikin. Heger piştgirî were dayîn, ez plan dikim hilberînê saleke din derxim 2 qatî."

Dil bal kişand, Stenbol û Enqere di serî da ew elokan dişîne gelek parêzgehên li herêmê. Dil diyar kir ku karê xwedîkirina elokan karekî zehmet e, ew niha tevî 10 kesî va şixulê xwe bi rê va dibe.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE