Fasûlıyên şîn ên Gevaşê

Berê ewil ê salê derket bazarê

Fasûlıyên şîn ên Gevaşê

Bi havînê re, kar û barê li zeviyan zêde bû. Li Westana Wanê berê ewil ê fasûliyên şîn hatin berhevkirin.

Li Westana Wanê heyama berhevkirina fasûliyên şîn dest pê kir.

Qeymeqamê Westanê Îshak Çinar ligel rêvebirên navçeyê çû ser zeviyan û bi pale û xwediyên zeviyan re sohbet kir.

Qeymeqamê Gevaşê Îshak Çınar got ”Gava dibêjin Westan ewilî fasûliyên şîn tê bîra mirov. Li navçeya me gelek kes debara xwe bi çandiniya fasûliyên şîn dikin. Li gorî texmînan, em ê îsal ji 3 hezar û nîv donimî 15 ton fasûliyên şîn rakin.”

Berê ewil ê salê hat berhevkirin.

Xwediyên zeviyan dibêjin piştî avdanê ew ê 3-4 carên din jî fasûliyên xwe berhev bikin.

Fasûliyên Westanê yên bitehm li seranserê herêmê, li bazaran tên firotin.

Dîroka nûkirinê: 04 Tîrmeh 2019, 11:16
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE