Fedakariya ji bo Perwerdeyê

Midûrê dibistanê ji bo mamosteyan xwarina nîvro çêdike...

Fedakariya ji bo Perwerdeyê

Li Patnosa Agiriyê, midûrê dibistanekê ji bo mamosteyan xwarinê çêdike. ji ber ku dibistan dûrê navendê ye mamoste nikarin biçin bajêr û xawarinê bixwin. Midûr bi piştgiriya mamosteyan xwarinê amade dike û bi hev re dixwin.

Ji ber ku dibistan dûrê navendê ye û navbera nîrvo jî kurt e mamoste nikarin nanê nîvro bixwin.

Midûrê dibistanê jî ket mitfaxa dibistanê û ji bo mamosteyan xwarin çêkir.

Yunus Emre Kaya li Dibistana Nadir Bayarê midûr e. Ew him kar û barên fermî dike him jî ji bo mamosteyan xwarina nîvro amade dike.

Mamosteyên dibistanê jî alîkariyê didin midûr. Pişt re jî bi hev re xwarinê dixwin.

Bi vî awayî wextê mamosteyan ji wan re dimîne. Him jî xwarinên bi tenduristî dixwin.

Dîroka nûkirinê: 30 Mijdar 2019, 15:33
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE