Kal û pîra ku li Ahlata Bitlisê dijîn ji bo alîkariya kampanyaya piştevaniyê, peryên ku ji bo hec berhev kiribûn bexşî kampanyayê kirin. Feyzullah û Nîgar Nacaroğlu pereyê xwe dan xebatkarên koma wefayê.
Him pereyê xwe yê Hec, him jî îkramiyeya ku dewletê dabû wan bexşî Kampanyaya Piştevaniya Neteweyî kirin.
Feyzullah û Nigar Nacaroğluya ku li Ahlata Bitlisê dijîn, ji bo alîkariya kampanyaya neteweyî fedakariyeke mezin kirin.
Malbata ku ji ber salê xwe nikare ji malê derkeve, tevî îkramiyeya cejnê ya teqawidan, hemû pereyê ku ji bo çûyîna Hec berhev kiribûn bexşî Kampanyaya Piştevaniyê kirin.
Xaltîka Nîgarê ji bo alîkariyê got: “Ev deynê me ye. Divê em xwedî li feqîr û fiqareyên xwe derkevin.