Li Erûha Sêrtê li çolterê ferxikeke pezkoviyan hat dîtin. Ev çêlik heta 6 mehan wê li navenda rehabîlîtasyonê ya zanîngeha wanê were xwedîkirin. Piştî ku mezin bû wê were berdan sirûştê.
Li çoltera Erûha navçeya Sêrtê ferxikeke pezkoviyan hat dîtin.
Piştî kontrola wê ya tenduristiyê çêlik teslîmê Navenda Rehabîlîtasyonê ya Zanîngeha Wanê kirin.
Çêlika pezkoviyan wê çend mehaN li vir were xwedîkirin, dû re wê bê berdan sirûştê.
Ferxik bi şîrê bizinan tê xwedîkirin.
Ji ber ku ev ajalan li herêmê kêm in gelek hêja ne.