Fetlokên xweşik ên zozanê Feraşînê

Bi germbûna hewayê re cemed heliya, di nava berfê de fetlokên avê çêbûn.

Fetlokên xweşik ên zozanê Feraşînê

Li Zozanê Feraşînê yê li Beytüşşebapa Şırnakê her der ji berfê spî bûye. Lê hewa germ bû û cemeda li ser ava cobaran heliya. Ji ber helînê jî di nava berfê de gelek fetlokên avê çêbûn. Her der ji berfê fîqspî ye, lê di nava berfê de gelek fetlokên cobaran hene û bê navber diherikin.

Ev dîmenên delal ji Zozanê Feraşînê yê li Beytüşşebapa Şırnakê ne.

Feraşîn her sal di vî wextî de ji berfê spî dibe. Lê niha ji ber ku hewa hinekî germ e, cobarên wê diherikin.

Bi herîkina cobaran re bi dehan fetlokên avê çêdibin û dîmenên gelek xweşik û delal çêdikin.

Zozanê Feraşînê 2 hezar û 650 metre bilind e û havînan dibe cihûwarên bi sedan koçerên herêmên din.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE