Fîgûrên dîrokî yên Diyarbekirê li ser cil û bergan tên neqişkirin

Ew neqş û fîgûrên li ser berhemên dîrokî yên li bajêr hatine çêkirin ji bo modayê bûn çavkanî.

Fîgûrên dîrokî yên Diyarbekirê li ser cil û bergan tên neqişkirin

Bajarê Diyarbekirê ya ku bi dîrok, çand û baweriyên li ser xwe va mîna muzeyeke ser vekiriye, bajêr niha jî bi fîgûrên dîrokî yên li ser kevirên bedena wê hatine neqişkirin va ji bo modaya cil û bergan wek çavkanî ye.

Diyarbekir a ku Bircên Bajêr, Kompleksa Muzeya Îçkaleyê (Nava Kelhê), Sûr û Baxçeyên Hewselê yên di Lîsteya Mîrata Çanda Dinyayê ya UNESCOyê da cî digirin, Mizgefta Mezin a wekî Herema Şerîf a 5an tê zanîn, Dêra St. George, Xana Artuqiyan, avahiyên mîmariya Osmaniyan û Komarê, meqamên pêxemberan û gorên sehabeyan lê ne ji gelek şaristaniyan reng û rûçikan dihewîne.

Ew neqş û fîgûrên li ser berhemên dîrokî yên li bajêr hatine çêkirin ji bo modayê bûn çavkanî. 

Di çarçoveya projeya ji hêla Enstîtuya Kamilbûnê ya Diyarbekirê tê birêvebirin da wêneyên wan fîgûr, neqş, reng û rûçikên taybet ên bajêr ku li ser berhemên çandî yên bajêr cih digirin ji hêla ekîbeke di nav da dîroknasên hunerê, mamosteyên resimê, hîndekarên dîzayn û lixwekirinê û hostayên neqşê hene va tên kişandin. Ew wêne li compîterê tên barkirin û li gor neqş û fîgûrên dîrokî cil û berg tên tesewirkirin.

Fîgûr û neqşên dîrokî yên bajêr li ser qûmaşan hat neqişkirin û hedef ew e ku bi cil û bergên ji wan qûmaşan bên çêkirin va koleksiyoneke taybet derkeve meydanê û ew ê jî li ser podyûmê bên nasandin.

Midûra Enstîtuya Kamilbûnê ya Diyarbekirê Şîrîne Eronatê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku kar û xebata wan li ser motîfên kevneşopî ne û niha ekîbeke ji 20 kesî pêk tê va bi qasî 2 salan e dixebitin û wiha pê da çû: "Diyarbekir mîna muzeyeke servekirî ye. Li her aliyekî bajêr cihekî dîrokî heye. Em di nav wê hewlê da ne ku bila reng, neqş û fîgûrên berê yên li bajêr bi keda me va jî bigihînin pêşerojê."  AA

Dîroka nûkirinê: 21 Kanûn 2018, 17:27
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE