Filistîn: Ji Îsraîlê tu aşiyên Kovîd-19ê negihîştin me

Filistîn: Ji Îsraîlê tu aşiyên Kovîd-19ê negihîştin me

Wezareta Tenduristiya Filistînê eşkere kir, ji Îsraîlê 5 hezar aşiyên Kovîd-19ê negihîştin Şerîeya Rojava ya dagirkirî.

Midûrê Giştî yê Xizmetên Tibê yên Pêvek ya Wezareta Tenduristiyê Usame el-Necar di daxuyaniya da peyamnêrê AAyê da diyar kir, li Filistînê tu meqameke erkdar ji Îsraîlê tu aşî wernegirtiye.

Necar wiha axivî:

"Der heqê hebûna aşiyan da tu teblîxat negihîşt me. Di vê mijarê da agahiyeke me tuneye. Îsraîl ji bo zextên navneteweyî yên li ser xwe hindiktir bike, dixwaze nûçeyên bi vî rengî belav bike. Saziyên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan zextê li Îsraîlê dikin ku îznê bide ku aşî derbasî erdê Filistîna dagirkirî bibe."

Duh di daxuyaniya nivîskî ya ofîsa Wezîrê Parastinê Benny Gantz da hatibû ragihandin, ew yek hat pesendkirin ku 5 hezar doz aşiya Kovîd-19ê ji Filistînê ra were şandin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE