Firinên Dêrikê 24 seatan dişixulin

Nanfiroş di rojiyê de heya paşîvê nanê birûn çêdikin

Firinên Dêrikê 24 seatan dişixulin

Di meha Remezanê de firin rojê 24 seatan dixebitin. Li Dêrika Mêrdînê jî nanfiroş ji bo nanê birûn çêbikin heya paşîvê dixebitin. Nîvê şevê jî mışteriyên wan kêm nabin.

Di rojîyê de milet dixwaze nanê germ bixwe.

Ji ber vê jî di vê meha pîroz de firûn 24 seatan nanê germ çêdikin.

Li Dêrika Mêrdînê jî nanfiroş ji wextê e’şayê heya paşîvê li ser karê xwe ne û nanê bi rûn çêdikin.

Dêrîkî heya nîvê şevê li ber firûnan dikevin dorê, bi nanê birûn û germ paşîva xwe dikin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE