Muş yek ji wan bajaran e ku berxikan difiroşe derve. Demsala firotina berxik û kaviran jî hatiye. Bi sedan berxik li kamyonan tên siwarkirin û ji bo bajarên rojava tên şandin.
Di biharê de mihan berxik anîn niha jî dora şandina wan e.
Muş yek ji wan bajaran e ku berxikan dide derve.
Bi taybetî di payîzê de berxik ji bo bajarên wek Diyarbekir, Gaziantep, Adana û Mersinê tên şandin.
Berxikên ku li qadeke xwezayî tên mezinkirin li kamyonan tên siwarkirin û tên birêkirin.
Ji bo ku goştên wan bitehmtir û xweştir e eleqeya ji bo berxikên Muşê jî zêde ye.