Pıştî ku hat eşkerekirin vîrûsa koronayê li ser malzemeyên sifir hindik dimîne li Gaziantepê jî bikaranîna van eşyayan zêde bû. Bi taybetî jî malbat, ji bo zarokên xwe yên ku diçin mektebê metereyên sifir didin çêkirin.
Gaziantepî di çarçova tevdîrên li dijî koronayê de meyla xwe didin ser malzemeyên sifir
Lewra di lêkolîneke zanistî de hat eşkerekirin ku vîrûsa koronayê li ser melzemeyên sifir kêm dimîne.
Li ser vê daxuyaniyê malbatên Gaziantepî jî beriya ku mekteb vebin ji zarokên xwe re li cem hostayan metereyên sifir didin çêkirin.