Li Mîdyada Mêrdînê jin nanê tendûrê çêdikin û ew nan li bufeyê tê firotin. Her roj nêzî hezar û 800 nan tên çêkirin û firotin. Ji bo tenduristiyê jî nanê tendûrê bêhtir bifêde ye.
Li Midyada Mêrdînê jin nanê tendûrê çêdikin û difroşin. Nêzî 10 jin her roj hezar û 800 nanî çêdikin.
Nanê ku çêdikin dişînin bufeya nan. Nanê tendûrê li vir dixin poşetan û difroşin.
Heba nan bi 3 lîreyan tê firotin û nanê tendûrê di sarincokê de demeke dirêj ber xwe dide.