Flamîngoyên ku ber bi başûr ve koç dikin, ji bo demekê dê li Adilcevaza Bitlisê, li ber Gola Arînê bimînin. Ziyareta flamîngoyan li herêmê dîmenên xweşik derxistin holê.
Bi dîlana flamîngoyan, ev dîmenên xweşik derketin holê.
Bi mehan e di rê de ne... Ji bakur ber bi cihên germ ve koç dikin.
Di rê de ji bo demekê li bajarên herêmê jî dimînin.
Flamingo her sal tên ber Behra Wanê û ji bo demekê li wir dimînin.
Lê ev çend sal in tên Adilcevaza Bitlisê û li gola Arînê bi cih dibin .
Firîna bi sedan çûkan bala wênekêşan jî kişand.
Flamingo heta zivistan nêzîk bibe dê li herêmê bimînin.