Flamîngoyan qeraxên Gola Wanê şên kir

Flamîngoyan qeraxên Gola Wanê şên kir

Flamîngoyan Hewzeya Gola Wanê ku mazûvaniya sedan cureyên teyr û tûyan dike, şên kir û siruşthez û wênegir jiyana flamîngoyan di cî da dişopînin.

Hewzeya Gola Wanê ji bo teyr û tûyên ku ji Afrîkaya Bakur bi rê dikevin û heya Îranê tên, ji qonaxên herî girîng yek e. Îsal jî bi hezaran flamîngo hatine ser Gola Wanê.

Bi hezaran flamîngo bi germbûna hewayê ra berê xwe dan cihên avî yên li bajêr. Flamîngo bi gewdeyên xwe yên mezin, stûyên xwe yên zirav û dirêj û çîpên xwe yên dirêj va li ser Gola Wanê dîmenên bê hempa derdixin holê.

Zanyar, çavdêr, siruşthez û wênehez ji bo ku flamîngoyan bibînin, ji çar aliyê welêt hatin bajêr û flamîngoyan li qada wan a jiyanê dibînin, wêne û dîmenên wan dikşînin.

Flamîngo heya dawiya meha mijdarê li qeraxên Gola Wanê dimînin û piştî ku hewa sar dibe, koçî herêmên germ dikin.

- "Gola Wanê ji bo teyr û tûyan li ser rûyê dinyayê ji deverên germ yek e"

Ji Zanîngeha Yuzuncu Yilê Endamê Hîndekariyê yê Beşa Bîyolojîyê ya Fakulteya Fenê Prof. Dr. Ozdemir Adizel daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku Gola Wanê ji qadên girîng ên sitarbûna flamîngoyan e.

Adizel diyar kir, flamîngo li cihên ku meriv û heywan nikarin zirarê bidin wan hêk dikin û rûdinên û wiha dewam kir:

"Qadên rûniştina wan gelemperî ji deryayên herî pêk tê. Li ser erdê heriyê ji xwe ra dikin hêlîn. Hêkên wan di nav 30-32 rojan da diderizin. Cûcikên wan nêzî 100 rojî şûnda difirin. Hewzeya Gola Wanê ji bo teyr û tûyan li ser rûyê dinyayê ji deverên germ yek e. Li hewzeya Gola Wanê ji tarên teyr û tûyan ên girîng yek jî herêma Erdîşê ye. Me li van herêma herî kêm 230 cureyên teyr û tûyan tesbît kirine. Di nav van da cihên flamîngoyan taybet e. Em dizanin ku îsal gelek flamîngo li herêmê star bûne. Flamîngoyên jimara wan zêde bûne, dîmenên rengîn derdixin holê. Ji her derê kesên wêneyan dikşînin, tên vê derê. Ji bo danasîna herêmê piştgiriyê didin."

Endamê Komeleya Wênekêşên Evrenselê Mehmet Arif Taşdemir jî got ku digel Wan û bajarên derdorê, wan mazûvaniya gelek hunermendên wêneyan ên gelek bajarên Tirkiyeyê kir.

Taşdemir got ku flamîngo her sal havînê tên ser Gola Wanê û gol pê şên dibe, ew jî wêneyên wan dikşînin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE