Fuara cil û kincên zarokan

Ji 110 welatên cuda 200 şirket tevlî fuarê dibin.

Fuara cil û kincên zarokan

Fuara “kids fashion”ê ya ku modeya nû ya zarokan nîşan dide bi beşdariya 200 şîrketên biyanî û xwemalî vebû. Cil û berg, sol û her cure diyariyên ji bo zarokan di fuarê de tên nîşandin.

Cil û berg, solên zarokan ên rengorengo û diyariyên cur be cur li vê fuarê tên nişandan.

Fuara ku her sal modeya nû ya zarokan nişan dide bi beşdariya 200 şirketên biyanî û xwemalî vebû.

Di fuarê de him ji bo havînê him jî ji bo zivistanê hemû cilên zarokan tên firotin.

Bazara cilên zarokan di sala 2010’an de 118 milyon dolar bû, par gihîşt 250 milyon dolarî.

Lê hin caran ji ber rewşên siyasî tesîreke neyenî digihêje bazarê.

Di fuarê de piraniya karsazan ji welatên Ereb û Rojhilatanavîn in.

“Ev 30 sal in em diçin û tên Tirkiyeyê, em li welatên Ewropayê jî digerin lê ev 10 salin li bazara Tirkiyeyê pêşketineke gelek mezin heye. Him di warê tekstîl, model û ticaretê de gelek biserketî yê him jî gelek nezî me ne”

Hevî ew e ku bi beşdariya şirketên biyanî bazar mezintir bibe.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE