Fuara ji bo danasîna Xirabreşkê

Ji bo danasînê fuara turîzm û mîrata çandî hat vekirin

Fuara ji bo danasîna Xirabreşkê

Xirabreşka Rihayê, di lîsteya mîratên dinyê ya ûnescoyê de ye. Li Tirkiyê, sala 2019an wek sala xirabreşkê hat îlankirin. Hemû saziyên rihayê jî ji bo danasîna cihê dîrokê hewl didin. Herî dawî şaredariyê ji bo Xirabreşka Rihayê fuar vekir.

Xirabreşk di dîrokê de wek perestgeha herî kevn tê zanîn.

Piştî kifşkirina cihê dîrokî bala dinyayê ket ser vê derê

Ji bo danasînê hemû Rihayî û saziyên dewletê yên bajêr hewl didin.

Şaredariya Rihayê jî bi piştevaniya Wezareta Çand û Turîzmê fuara danasîna Xirabreşk vekir.

Di fuarê de ji xeynî berhemên Rihayê Xirabreşk jî derdikeve pêş.

Her wiha ji 25 bajarên li derdorê jî ji bo danasîn û firotina berhemên xwe beşdarî fuarê bûn.

Di fuarê de her roj konser tên dayîn û stranên Rihayê tên gotin.

Dîroka nûkirinê: 08 Mijdar 2019, 17:13
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE