Wekî çar aliyên welêt li herêma Serhedê jî gelek berf heye û serma jî zêde ye. Lê di nava sir û seqemê de li Güroymaka Bitlisê kêf kêfa gamêşan e. Ji ber ku di zivistanê de her tim dikevin nava germavê.
Li milekî berf heye, li milê din germav…
Gamêş û gavanê wan di germavê de kêf dikin.
Ev nûçe ji Axaçûra gundê Güroymaka Bitlisê ne.
Wekî her aliyên welêt li herêma Serhedê jî berf, sir û seqem heye.
Lê ji ber germava Axaçûrê, sermaya zivistanê ne xema gamêşan e.
Gavanê gamêşan her roj dewarên xwe tîne ser ava germ û wan dişo.
Her wiha hin wênekêş jî ji bo van dîmenên rengîn bigrin tên ser germavê.