Garsonê "taybet" bi jîrbûna xwe balê dikişîne

Garsonê "taybet" ê "Kafeya Bê Gluten a Cuda" bi jîrbûna xwe balê dikişîne...

Garsonê "taybet" bi jîrbûna xwe balê dikişîne

Ahmet Gormezê 30 salî yê bi sendroma downê li Gazîentabê, li kafeyekê ku berhemên bi gluten lê nayê firotin de dixebite, bi jîrbûna xwe balê dikişîne.

Ahmet Gormezê bi sendroma downê ku 5 sal e li "Kafeya Bê Gluten a Cuda" ku di bin banê Şaredariya Mezin a Gazîentabê de di statûya "Kargeha parastî" de ye, weke garson dixebite, bi beşaşiya li ser çavê xwe rûyê hevkar û mişteriyan geş dike.

Gormezê ku weke zarokê 3yemîn ê bavekî memûrê dewletê û dayikeke kebaniya malê hatiye dinê, perwerdeyeke taybet sitend. Pişt re li Navenda Kordînasyonê ya Kêmendaman perwerdeya xwe domand. Xwedewarî, zimanê îşaretê, lîstikên zekayê û perwerdeyên din ên bi vî hawî bi serkeftî temam kirin.

Gormez dûv ra li "Kafeya Bê Gluten a Cuda" ya ku sala 2017an vebû, dest bi kar kir. Bi reftarên xwe yên dilsoz, bi beşaşiya li ser çavê xwe, di demeke kurt de bû şêrînê ber dilê hevkar xwe û mişteriyan.

Gormez xêrhatinê li mişteriyan dike û sparişên wan distîne û bi personelên li metbexê radigîhîne. Dûv ra bi devlikenî sparişan tîne ser maseyan. Ji ber jîrbûn û jêhatîbûna Gormez yên derdora wî gelekî jê hez dikin.

Gormez bi dahata xwe ya mehane ji bo teqsîdên xaniyê ku malbata wî kiriye dibe piştek.

- Yên ku bi taybet ji bo Ahmet tên kafeyê hene

Berpirsa "Kafeya Bê Gluten a Cuda" Ayfer Ozçetinê ji nûçegihanê AAyê re anî ziman ku beriya Gormez dest bi xebatê bike gelek perwerde dîtine.

Ozçetinê pesnê Gormez da û destnîşan kir ku kêf û dilekî wî yê cuda heye û bi vî hawî heq ji hemî cure dijwariyan derdikeve.

Ozçetinê bal kişand ser wê yekê ku ew dibin alîkarê Ahmet Gormez û wiha got, "Nêzîka 5 salan e Ahmet bi me re dixebite. Ahmet bû şêrînê ber dilê şaredariya me, kafe û mişteriyên me. Yên ku bi taybet ji bo Ahmet tên kafeyê hene. Em dikarin bêjin wî jiyana me rengîn kiriye. Başe ku Ahmet heye û bi me re ye. Em gelekî jî wî hez dikin û ew jî ji me hez dike."


AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE