Gel ji germa bajaran direve

Betlaneya xwe li ber Çemê Reşan derbas dikin...

Gel ji germa bajaran direve

Havînan li herêmê dinya zehf germ dibe. Welatî jî di betlaneyan de berê xwe didin ber çeman û cihên hênik. Yek ji cihên hênik jî Çemê Reşan e. Şêniyê bajarên derdorê jî di mehên havînê de li derdora vî çemî xwe hênik dike.

Li herêmê, Çemê Reşan yek ji cihên ger û geştê yê.

Di mehên havînê de bi hezaran welatiyên bajarên derdorê berê xwe didin vî çemî û ji germa bajaran dûr dikevin.

Hin kes bi malbatî li dora çem bêhna xwe vedidin û hin kes jî ger û geştê dikin.

Şêniyê gundên derdorê jî li derdora çem bi sedan textên rûniştinê çêkirine û bi vê yekê xizmeta gel dikin.

Di tesîsên dordora çem de hem goştê masiyan tê biraştin hem jî xwarinên wekî din.

Zarok di ava nizm de kêf dikin mezin jî nigên xwe dixin avê û li ber siya daran bêhna xwe derdixînin.

Kesên ku ji bo ger û geştê nikarin biçin ber peravên deryayê li ber çemê Reşan bêhna xwe vedidin.

Jinên Çemê Reşan jî debara xwe bi nanê sêlê dikin û ji geştiyaran re nanê sêlê lê dixin.

Seranserê çem bi kesên ku ji xirecira bajêr reviyane tije ne û ji xwe re li cihê hênik rûdinin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE