Gelê New Yorkê di bin siya Kovîd-19ê da ket sala nû

Gelê New Yorkê di bin siya Kovîd-19ê da ket sala nû

Li New Yorkê ligel belavbûna Omîcrona varyanta Kovîd-19ê bi hezaran kes li Meydana Tîmesê kom bûn û sersal pîroz kirin.

Li Meydana Tîmesê ya li New Yorka eyaleta Amerîkayê ya herî zêde turîst tênê Omîcrona varyanta Kovîd-19ê bi lez belav dibe, ligel vê beşdariya bi hezaran ziyaretvanên xwecî û biyanî pîrozbahiyên serê salê hatin kirin.

Erîc Adamsê wekî Şaredarê New Yorkê hat hilbijartin li Meydana Tîmesê sond xwar û dest bi wezîfeyê kir, bi hezaran kesên li New yorkê jî li heman meydanê ketin sala nû.

Adamsê reşik ê 61 salî yê polêsê berê di deqîqeyên ewil ên sala 2022yan da bi wêneyên diya xwe va derkete ser dikê, sond xwar û dest bi şaredartiyê kir.

Şaredariya New Yorkê plan kiribû ku 50 hezar kes beşdarî merasimê bibin ji bo tevdîrên Kovîd-19ê bi tenê 15 hezar kes hildan meydanê.

Testa Kovîd-19ê ya LL Cool J. yê aktor û rapbêj pozîtîf derket ji ber vê konsera li Meydana Tîmesê hat betalkirin.


AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE