Gelekî ji tirimbêla xwe hez dike

Ahmet Denli wekî çavê xwe hay ji tirimbêla xwe ya 47 salî heye

Gelekî ji tirimbêla xwe hez dike

Li Qosera navçeya Mêrdînê welatiyê bi navê Ehmet Denliyê 87 di 1972an de ji xwe re tirimbêlek kiriye. Piştî 47 salan hêj jî xalê Ehmed wekî çavê xwe hay ji tirimbêla xwe heye û pê diçe û tê.

Ev tirimbêl beriya 47 salan gelek hêja û navdar bû.

Welatiyê bi navê Ehmet Denliyê 87 salî li Qosera navçeya Mêrdînê dijî.

Xalê Ehmed di sala 1972an de ji xwe re çû û tirimbêla modela 12an kirî.

Ji wê rojê heta îro Xalê Ehmet wekî çavê xwe hay ji tirimbêla xwe heye.

Ji ber wê tirimbêl hêj jî gelek baş dixebite.

Her wiha ji Fransayê ji bo vê tirimbêlê bixin muzeyê teklîfa modeleke 2018an jê re kirine.

Lê Xalê Ehmed pêşniyaza wan qebûl nekiriye. Ji ber ku destê wî ji tirimbêla wî nabe.

Dîroka nûkirinê: 01 Gulan 2019, 11:52
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE