Genimê bav û kalan ê 7 hezar salî

Him mesrefa wî kêm e him jî qezenca wî zêde ye.

Genimê bav û kalan ê 7 hezar salî

Genimê ku beriya heft hezar salan ji aliyê bav û kalan ve hatibû çandin, vê carê jî li deşta Diyarbekirê ji nû ve hat çandin. Ev genim him maliyeta wî kêm e him jî qezenca wî ji yên din qat bi qat zêdetir e.

Li Kultepeya Qeyseriyê di xebatên arkeoljiyê de genimê 7 hezar salî hat peydakirin.

Li Deşta Diyarbekirê ji aliyê cotkarên Diyarbekirê ve jî ev du sal in çandiniya wî tê kirin.

Maliyeta vî genimî kêm e û qezenca wî jî zêde ye. her wisa hem bejna wî bilind e hem jî bejî mezin dibe.

Di her simbilekî de bi sedan dane hene, simbilên wî ji hev zêde dibin û kaya wî jî du-sê qat zêdetir e.

Cotkarên gundê Mermerê dixwazin bi vî genimî bereketê bînin herêmê.

Ev genim ji genimên din qat bi qat bi berekettir e û genên wî jî nehatine xerakirin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE