Cotkarên Mûşî bênderên xwe rakirin. Lê li serhedê serma zû dest pê dike, loma ew ji niha de ketine qêd û qisaweta zivistanê. Niha cotkar genimê xwe dibin aşan û dihêrin.
LI Mûşê cotkar genimê xwe dibin aşan.
Li aşan genim tê hêrandin û dibe ard...
Bi vî arvanî nanê tenûrê tê çêkirin û tehma wê li gor arvanên din xweştir e.
Li bajêr li gorî par, îsal genim hindik e. Dîsa jî rojê 15 ton genim tê hêran…
Zivistana welatê Serhedê zû tê. Cotkar ji bo ku bê arvan nemînin teze da haziriyê dikin.