5 hezkirên sirûştê, derketın Zozanên Berçelanê. Têra dilê xwe geriyan û li Gola Seyîtxanê sobarî kirin. Wêneyên zozanan mirov dibe salên berê.
Li aliyekî dar, devî û şînahî… Li aliyê din jî berf…
Ev der Zozanên Berçelanê ye. Li vir golek heye û navê wê Gola Seyîtxan e.
Her du jî li bajarê Hakkariyê ne. 5 hezkirên sirûştê derketin zozanan, têra xwe geriyan û di golê de sobarî kirin.
Berçelan 3 hezar û 700 metre bilind e.
Mirov kare ji çar demsalan wêneyên rengo rengo bibîne li zozanên Berçelanê..