Gera Watedar

Astengdarên Cizreyê cara ewil wê Antalyayê bibînin…

Gera Watedar

Komeleya Jiyana Bêasteng a Cizîra Şirnexê bi alîkariya Şaredariya Şirnexê bernameya gerê li dar xist. Di çarçoveya bernameyê de wê 25 astengdar cara ewil biçin Antalyayê û bigerin.

Xebat û organîzasyonên ji bo astengdaran, wekî çar aliyê welêt li herêmê jî didomin. Komeleya Jiyana Bêasteng a Cizîra Şirnexê bi alîkariya Şaredariya Şirnexê jî ji bo astengdaran bernameya gerê li dar xist.

Di çarçoveya bernameyê de 25 astengdar wê bi malbatên xwe re cara ewil biçin Antalyayê. Astengdar di jiyana xwe de wê cara ewil behrê jî bibînin. Ji bo vê yekê jî gelek kêfa wan tê û meraq dikin.

Astengdar wê li Antalyayê hefteyekê bigerin û pişt re vegerin mala xwe.
 

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE