Ev çend roj in li Diyarbekirê germahî danakeve binê çel pileyî. Kesên ji germahiyê aciz dibin, berê xwe didin park û baxçeyan. Hin jı wan jî li bin siya sûrên dîrokî xwe hênik dikin.
Li bajarên herêmê, ev çend roj in germahiyeke zêde heye.
Termometre herî kêm 40 dereceyî nîşan dide û bi piranî 41 û 42 pile germahî heye.
Li Diyarbekirê jî ev çend roj in germa zêde heye û xelk jî ji bo hênikbûnê cihên sî, ji xwe re kiriye stargeh.
Park û baxçe û bi xisûsî jî siya dar û bedena Diyarbekirê, ji welatiyan re bûye cihê bêhnvedanê.
Li gorî meteorolojiyê ev germahiya zêde dê çend rojên dinê jî li herêmê dewam bike.