Germahiya Hewa: herî kêm li Erdexanê hat pîvandin

Li Rojhilatê bi şev germahiya herî kêm di bin sifirê da bi 4 pileyan va li Erdexanê hat pîvan

Germahiya Hewa: herî kêm li Erdexanê hat pîvandin

Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê bi şev germahiya herî kêm di bin sifirê da bi 4 pileyan va li Erdexanê hat pîvan.

Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 12emîn, tê texmînkirin li herêmê hewa wê kêm ewrayî û sayî be.

Tê texmînkirin li herêmê germahî wê li gor demsalê 4 an jî 6 pile zêde be, ba jî wê ji hêla bakur nerm, car caran jî nîveqewî rabe.

Li herêmê germahiya herî kêm a bi şev li Tunceliyê 6, li Erziromê 4, li Îdirê 3 pile, li Erzirom û Agiriyê di bin sifirê da pileyek, li Qersê di bin sifirê da 3 pile, li Erdexanê jî di bin sifirê da 4 pile hat pîvan.

Her wiha tê texmînkirin ku nava rojê germahiya herî zêde li Tunceliyê 21, li Erzinganê 18,  li Îdirê 17, li Agiriyê 15, li Erzirom û Qersê 13 pile û li Erdexanê jî 11 pile be.

Li Erdexanê bi tesîra sermayê camên hin mal û kargehan û wesayîtên parqkirî qiravî girtin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE