Germavên Zimrûdê dibin gundê tetîlê

Li Beytüşşebapa navçeya Şırnakê Germavên Zimrûdê yên li quntarê Çiyayê Qatoyê vediguhêzînin gundê tetîlê.

Germavên Zimrûdê dibin gundê tetîlê

Li Beytüşşebapa navçeya Şırnakê Germavên Zimrûdê yên li quntarê Çiyayê Qatoyê vediguhêzînin gundê tetîlê.

Zozan, gelî, germav, çem û siruşta Beytüşşebapê bi salan di binê siya terorê da ma, bi operasyonên ku bi biryardarî hatin kirin va hizûr lê hat tesîskirin. Ji bo ku ev cihên siruştî bikevin xizmeta turîzmê xebatan dest pê kir û didomin.

Ji bo ku "Projeya Gundê Tetîlê yê Germavên Zimrûdê" têkeve meriyetê xebat didomin.

Qaymeqamê Beytüşşebapê Îsmaîl Pendîk daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku otansiyela turîzmê ya navçeyê zêde ye û wiha dewam kir, "Berê li vê derê tesîsek hebû. Mixabin PKKya rêxistina terorê nehişt ku tesîsa vê derê bixebite, hilweşand û agirdadayî kir. PKK weke ku nahêle seba Kurdan veberhênan werin kirin, wisa jî wê demê nehiştibû ku ev tesîs bixebite."

Pendîk diyar kir, ji bo ku li vê derê xebat werin kirin, divê pêşiyê hizûr lê çêbûya û bi operasyonên ku biryardarî hatin kirin û di encama xebatên Mehmetçîkê qehreman, cendirme, polês, gundparêz û bekçiyan da êdî li herêmê hizûr û ewlehî çêbû.

Pendîk wiha axivî: "Li quntara Çiyayê Qatoyê wextekî bi terorê dihat zanîn, lê êdî ev herêm jî wê bi gundê tetîlê û turîzmê were nasîn. Înşeallah nifşên piştî me wê qîmeta van xebatan bizanibin. Ez hêvî dikim ku temenê van xebatan demdirêj bin. Ji bo ku ev xebat werin kirin, di serî da Birêz Serokomarê me û Birêz Wezîrê me yê Karên Navxweyî girîngî da van deran û eleqe nîşan dan. Ev berhema wan e. Em di serî da spasiya wan dikin."

Şaredarê Beytüşşebapê Habîb Aşan jî diyar kir ku him şêniyên navçeyê him jî gelê herêmê vê projeyê meraq dikin û bi kelecan in. Aşan diyar kir ku li ser çar donimî kamp, qadên lsîtina zarokan û qadên geştê, ji bo jin û mêran hewzên sergirtî û servekirî wê werin çêkirin.

Aşan diyar kir ku budçeya vê projeyê bi tevahî 4 milyon û nîv lire digre û proje tê çêkirin û înşealllah wê di meha îlonê da kuta bibe, têkeve xizmeta welatiyên me, potansiyela turîzma navçeyê zêde bike. 

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE