Gihayên bişîfa û aromatîk

Xebatên çandiniya gihayan encam da...

Gihayên bişîfa û aromatîk

Li deşta Şanlıurfayê ku piranî bi navê deşta heranê tê nasîn piştî projeya GAP’ê çandiniya tene, pembo û sebzeyan gelekî zêde bû. Vê carê jî bi alîkariya Midûriya GATEM’ê çandiniya gihayên şifadar û aromatîk, gihayên ku zêdetir di warê derman û kozmetîkê de tên şixulandin dest pê kir. Gihayên ku tên çinandin, ji niha ve di hin waran de tên xebitandin.

Deşta Harranê ya Şanlıurfayê bi qad û çandiniya xwe gelekî navdar e.

Bi taybetî jî piştî destpêka Projeya GAP’ê li deştê di serî de tene û zad, çandiniya nebatên wekî pembo, garis, fisteq, zeytûn û sebzeyan zahf zêde bû.

Lê vê carê bi alîkariya Midûriya GATEM’ê li ser çandiniya gihayên şifadar û kozmetîkê xebateke girîng hat kirin.

Cotkarên herêmê di çarçoveya projeyê de û bi alîkariya midûriyê, li ser erd û zeviyên xwe van gihayan diçînin.

Tê ragihandin, gihayên wek cahtirî, melîsa, lewante, nane, pûng, rihana reş û reşreşik ku zêdetir ji bo kozmetîk û dermanan tên şixuladin, bi bihayên xwe jî gelek biqiymet in.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE