Gilyazên Ahlatê

Li Turkiyeyê herî dereng gilyazên Ahlatê tên berhevkirin.

Gilyazên Ahlatê

Li Ahlata Bîtlîsê wekî gelek fêkiyan gilyaz jî çêdibin. Lê taybetmendiya gilyazên xelatê ew e ku li Turkiyeyê herî dereng li vê navçeyê tên berhevkirin. Gilyazên navçeyê tên şandin gelek bajaran.

Li Ahlata navçeya Bîtlîsê ji ber hewaya wê ya xweş gelek fêkî çêdibin.

Yek ji wan fêkiyan jî gilyaz e.

Ahlat li gorî behrê 2007 metre bilind e, ji ber vê jî fêkiyên wê li gorî deverên din dereng tên berhevkirin.

Gilyazên Ahlatê jî piştî ku li bajarên din berhevkirina wan xelas dibe, tên çinîn.

Gilyazên navçeyê him heta gelek bajarên Turkiyeyê diçin, him jî tên şandin welatên wek Iraq û Welatiyên navçeyê jî di berhevkirina gilyazan de dixebitin û debara xwe dikin.

Welatî dixwazin dewlet zêdetir alîkariyê bide cotkarên navçeyê.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE