Girava Axtamarê bi kulîlkên darên behîvê xemilî

Girava Axtamarê bi kulîlkên darên behîvê xemilî

 Li Wanê Girava Axtamarê bi kulîlkên darên behîvê xemilî û dîmenên xweş derketin holê.

Girava Axtamarê di her demsalê da xweş e û van rojan li giravê darên behîvê kulîlk vedan û girav di nav şînahiya Gola Wanê da bi hêşinahî û kulîlkan xemilî.

Girav bi kelekê va bi qasî rêwîtiya 20 deqîqeyan dûrî navçeya Gevaşê ye. Girav di nav ava şîn a golê û pêşiya berfa ser Çiyayên Artosê da bi kulîlkên rengîn ên darên behîvê xemilî û dîmenên xweş derketin holê.

Kesên ku ji kişandina wêneyan hez dikin jî tên giravê û wêneyên girava ku bi nav golê da bi kulîlkan xemilî ye dikişînin.

Şaredarê Gevaşê Murat Sezer diyar kir, bi germbûna hewayê ra Girava Axdamarê xweş bû.

Sezer daxuyand ku her sal gelek turîstên xwecî û biyanî giravê ziyaret dike û eleqeyê nîşan dide û wiha dewam kir:

"Pêkan e ku meriv li giravê tonên cuda yên rengên şîn, kesk, qehweyî bibîne. Her wiha kulîlkên rengîn li pêşiya berfa spî vedane. Ajansa Hewagerî û Fezayê ya Amerîkayê bi navê "Turnuvaya Cîhanê" pêşbaziya wêneyên ku ji fezayê hatine kişandin, li ser înternetê li dar dixe. Di pêşbaziyê da ji du wêneyên ku ji fînalê ra mane yek jê jî wêneya Gola Wanê ya ji fezayê hatiye kişandin e. Em ji vê derê bangî hemû Tirkiyeyê dikin. 'Her dengê ku ji bo Gola Wanê were dayîn, weke ku seba Tirkiyeyê hatiye dayîn e.' Em bangî her kesî dikin ku di vê mijarê da piştigiriyê bidin."

Ziyaretvanan jî diyar kir ku ew di demeke xweş da Girava Axtamarê ziyaret dikin û bûn şahidê bedewiyên giravê û bêhna wan derket.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE