Gelek kesên ji wênekişandinê hez dikin û ji dervayê bajêr hatine Wanê çûn Girava Çarpanakê ya di nav Gola Wanê da ye.
Girava Çarpanakê ya zivistanê ji ber berfê çîl spî dikir niha bi reng û xemlên biharê geş bûye.
Darên behivan ên li giravê kulîlk vedane, reng û rûçikên biharê, rengê avê û ji dûr va xuyakirina Çiyayê Sîpanê dîmenên xweş derdixe holê.
Siruşthez û wênekêşên ji bajarên curbecur hatibûn bajêr di çarçoveya organîzasyona ku Serokatiya Daîreya Karên Civakî û Çandî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê li dar xist da li kelekê siwar bûn û çûn giravê.
Ji bo dîmenên xweş û geş bikişînin wênekêşan hewl da û di vê navberê da dîmenên qaqlîbazên qip ketibûn jî hatin kişandin.
Serokê Daîreya Karên Civakî û Çandî Nurî Bekiroglu daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ew dixwazin xweşikiyên bajêr ên zêde nayên zanîn bidin naskirin û wiha domand: "Ji gelek bajaran qasî 80 wênekêş hatin. Di navbera 18-22yê Gulanê da em li bajarê xwe wêne maratonê organîze dikin."
Selîm Çelîkê ji bo kişandina wêneyan hatibû got ku girav gelekî xweş e.
AA