Li Solxana Çewlîgê 3 giravên gerok hene. Ji bajarên derdorê gelek însan tên serdana van giravan. Îsal di nav 10 mehan de 30 hezar turîst hatin serdana giravên gerok.
Giravên gerok li Solxana Çewlîgê ne. Giravên ku li ser avê digerin û cihê wan diguhere bala turîstan dikşîne.
3 giravên gerok seranserê salê li ser gola kraterê diçin û ten.
Hat ragihandin ku par 20 hezar turîst ji bo serdanan van giravan hatine Çewlîgê.
Hejmara turîstên ku îsal hatin ji niha ve gihaşt 30 hezarî.
Welatî dibêjin ger riya we bi vî aliyî ve bikeve teqez werin serdana van giravan.