"Giravên ser avê" yên li Bendava Çatê balê dikişînin

Qaymeqamtiya Çêlikan li herêmê kameryen, parkên lîstikê, mala mêvanan, qada seyranê û saheya xalîçe çêkir, her ku diçe eleqeya turîstên xwecî û biyanî jî zêde dibe.

"Giravên ser avê" yên li Bendava Çatê balê dikişînin

 Li Çêlikana navçeya Adiyemanê bi qasî 100 "giravên ser avê" yên li Bendava Çatê dîmenên xweşik derdixin holê. Girava herî piçûk 5 qeremêtre ye ya herî mezin jî dolimek e.

Li Adiyemana bi avahiyên dîrokî, wargehên berê va bala ziyaretvanan dikişîne nika jî turîstên xwecî û biyanî ji bo "giravên ser avê" yên li Çêlikanê tên ziyaretê.

Dîmenên giravên ser avê yên ji koka nebat û çêreyê pêk tên û bi xweşikahiyên xwe balê dikişînin ji hewayê hatin kişandin.

Giravên ser avê yên li Bendava Çatê ya li guzergaha rêbejaya Çêlikan-Meletiyê zivistanê li nava bendavê disekinin, havînê dema hewa germ dibe û ava bendavê kêm dibe jî li qeraxê ra dibin yek û dîmenên bêhempa derdixin holê.

Ji bo turîzmê

Qaymeqamtiya Çêlikan li herêmê kameryen, parkên lîstikê, mala mêvanan, qada seyranê û saheya xalîçe çêkir, her ku diçe eleqeya turîstên xwecî û biyanî jî zêde dibe.

Mustafa Bulutê Şaredarê Çêlikanê diyar kir ku giravên ji kona nebat û gihê pêk tên li kêm ciyên Tirkiyeyê tên dîtin.

Bulut diyar kir ku giravên li Bendava Çatê eleqeyeke mezin dibînin û wiha pê da çû: 

"Salên berê ji bo girav li qeraxê nesekinin me proje çêkirin. Dema ava bendavê kêm dibe girav tên qeraxê û mehf dibin. Ji bo giravan ji turîzmê ra vekin me li herêmê saheya gogê ya sergirtî, salona dawetê ya li mêrgê ava kirin. Ji bo giravan dibê em projeyên mezin çêbikin. Em ê di pêşerojê da li ser vê bixebitin, xebatên xwe pêş bixin û vê derê ji turîzmê ra vekin."

Bulut got fikra wan ew e ku li herêmê sporê avê û turên kelekan amade bikin, ji bo mêvanan jî otêleke butîk a 20 nivînî ava bikin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE