Giringiya midaxeleya lezgîn

2 zarokan ji ber çîkolatayên bi şiringa can da...

Giringiya midaxeleya lezgîn

2 zarokên 7 salî, mert û umut, ji ber çîkolatayên bişiringe canê xwe ji dest dabû. Piştî wê, ehemiyeta midaxeleya lezgîn car din derket. TRT Kurdî jî çû cem pisporan û midaxeleya lezgîn pirsî…

Mert û Umut…

2 zarokên 7 salî…

Yek li Enqerê, yek li Diyarbekirê… Wan ji ber heman sedemê canê xwe ji dest da.

Derket ku her du zarok ji ber çîqolatayên di şirinxeyê de mirine. Zarokan dema çîqolata xwarine, ew firiyaye qirka wan.

Piştî van hedîseyên dilsoj, girîngiya midaxeleya lezgîn car din eşkere bû.

Ekîba TRT Kurdîyê jî ev meselê ji pisporan pirsî. Dixtor Yenal Karakoç qala rê û rêbaza midaxeleya lezgîn kir.

Ne tenê zarokan, ji bo mezinan jî gelek caran pêdivî bi midaxeleya lezgîn çêdibe.

Midaxeleya di rewşên awarte de gelek caran mirov ji mirinê xilas dike. Loma jî lazim e her kes zanibe midaxeleya lezgîn bike.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE