Heyama qedexeya neçîra masiyan di 1ê nîsanê de dest pê kir… Ji bo di vê heyamê de masî neyên girtin kontrol tên kirin. Li Gola Kebanê jî tîmên kontrolê li ser kar bûn.
Ji 1ê Nîsanê heta 1ê Tîrmehê girtina masiyan qedexe ye.
Lewra ev heyama bizirdanîna masiyan e.
Ji bo bi qaçaxî masî neyên girtin, tîmên kontrolê li ser gol û behran digerin.
Her wiha li Elazîzê jî li ser gola Kebanê kontrol hebû.
Piştî ku qedexe rabe wê welatî bikaribin masiyan bigrin.