Girtiyê berê bi piştgiriya dewletê bû xwediyê birê

Olmezê ji ber sûcê kiribû demekê di girtîgehê da ma pişt ku hat texliyekirin biryar da ku li Geçimliya gundê xwe heywandariyê bike.

Girtiyê berê bi piştgiriya dewletê bû xwediyê birê

Selahattîn Olmezê girtiyê berê yê li Hakkariyê bi piştgiriya dewletê ji xwe ra dest bi heywandariyê kir li gundê xwe bi heywandariyê debara xwe dike.

Olmezê ji ber sûcê kiribû demekê di girtîgehê da ma pişt ku hat texliyekirin biryar da ku li Geçimliya gundê xwe heywandariyê bike.

Olmez serî li "Projeya Avakirina Karê Xwe ya Girtî û Astengdaran" ya Saziya Xebat û Kar (ÎŞKUR) dimeşîne xist, heq bi dest xist ku piştgiriyê bistîne.

Olmez bi 25 hezar û 700 lireyî wekî piştgirî hat dayîn va ji xwe ra 36 bizin kirî, di nav 2 salan da hejmara wan derxiste 100î.

Olmezê piraniya wextê xwe ji bo heywanan bi kar tîne motanî çavên xwe heywanan xweyî dike û hedefa wî ew e ku hejmara wan zêde bike.

Olmez daxuyanî da û diyar kir ku piştî ji girtîgehê derket di çarçoveya projeya ji bo girtiyên berê da serî li piştgiriya hîbeyê xist.

Olmez destnîşan kir ku dewletê serîlêdana wî qebûl kir û gihîşt xeyalên xwe û wiha pê da çû: 

"Min bi piştgiriya hat dayîn va 26 bizin kirîn. Min hetanî nika hejmara wan derxist 100î. Em debara xwe bi xweyîkirina van heywanan dikin. Em wan baş xweyî dikin. Hedefa min ew e ku hejmara wan zêde bikim. Ber destê sibê kayê didim bizinan û paşê wan dibim çêrandinê. Di saet 5ê êvarê da wan dîsa tînim malê. Her roj karê me wisa dewam dike. Heywandarî zor û zihmet e lêbelê ez bi kêfxweşî dikim. Ji ber ku xwediyê vî karî me zehf kêfxweş im. Ez bi saya wî karî nanê mala xwe qezenc dikim. Ji bo vê piştgiriyê ez ji Midûriyeta Bajêr a ÎŞKURê û kesên keda wan tev bûn ra sipas dikim."

Ahmet Kizilkayayê Midûrê Bajêr ê ÎŞKURê jî projeyên bi destê midûriyeta bajêr tên meşandin bi taybetî ji bo kesên bi dezavantaj tevkariyeke mezin didin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE