Gêlazên li Xelatê hêşin dibin li çar aliyên welêt tên belavkirin

Gêlazên li Xelatê hêşin dibin li çar aliyên welêt tên belavkirin

 Li Xelata navçeya Bidlîsê welatiyan dest bi komkirina gêlazan kirin.

Ji ber ku ciyê wê bilind e li welêt herî dereng gêlaz li Xelatê tên komkirin. Cotkar gêlazan difroşin çar aliyên welêt.

Fîkret Dagê Qaymeqam tevlî komkirina gêlazan bû û got bi xêr û bereket be.

Dag got li bendê ne ku îsal gêlaz zêde werin komkirin û wiha pê da çû: "Em ê di çarçoveya nebat û mêweyên alternatîf da bi navbeynkariya DAP û DAKAyê va ji sedî 50 hîbeyê va baxçeyên sêvan ava bikin. Niha Midûriyeta Navçeyê ya Çandinî û Daristanan û Qaymeqamtiya me li ser projeyê dixebitin. Me ji bo tengaya 900 dolim erdî serîlêdan kir. Heke cotkarên me bixwazin em ê li ser mêweyên alternatîf jî bixebitin."

Alî Riza Çaglarê xwediyê gêlazan jî diyar kir ku 12 dolim gêlazên wî hene û wiha axivî: "18 sal e ez bi vî baxçeyî ra eleqedar dibim. Ji 12 dolim erdî qasî 20 tonî gêlazan kom dikim û difroşim. Ji ber ev dera bilind e aromaya gêlasan jî cuda ye. Gelekî eleqeyê dibîne. Em gêlazan difroşin gelek bajarên Tirkiyeyê."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE