Gogvanê Hollandayî Clarence Seedorf diyar kir ku bûye misilman

Ji ser hesabê xwe yê Instagramê got: "Ez ji hemû kesên ji ber bûme misilman, min pîroz dikin ra spas dikim."

Gogvanê Hollandayî Clarence Seedorf diyar kir ku bûye misilman

Gokvanê Hollandayî yê berê Clarence Seedorfê ku bi salan ji bo Mîlana tîma Îtalyayê leyîst got ku ez bûme misilman.

Ji ser hesabê xwe yê Instagramê got: "Ez ji hemû kesên ji ber bûme misilman, min pîroz dikin ra spas dikim."

Seedorf got ku ji ber Îslam bûye para wî gelek kêfxweş e û wiha domand: "Ez ji xwestiya xwe Sophiyaya ku Îslam bi min da naskirin û hînî min kir ra spas dikim."

Di berdewamiya peyama xwe da Seedorf destnîşan kir ku ew navê xwe naguherîne û bi navê dê û bavê wî lê danîne wê li ser be.

Seedorf di heyama gogvaniya xwe da wek lîstikvan di tîmên Ajaks, Real Madrîd, Sampdoria, Înter, Mîlan û Botafogoyê da leyîst û rahêneriya tîmên Deportîvo, Mîlan û Sehnzenê kiribû.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE