Golê cemed girt, bû qada kêfê

Li ser Gola Arinê leyîstin û govend gerandin.

Golê cemed girt, bû qada kêfê

Gola Arînê ya li Adilcevaza Bitlisê cemed girt û bû qada kêfê. Ciwan li ser gola qerisî bi topê lîstin, mezinan jî govend gerand. 

Bi dîlana mezinan û listika zarokan, ev dîmenên xweşik derketin holê.

Ev der Adilcevaza Bitlisê ye. Golê Arînê qerisî û 50 santîm cemed girt.

Ciwanan rahişt topa xwe û li ser gola qerisî bi topê lîstin. Mezinan jî bi stranên gelerî govend gerand.

Gola Arînê li ser rêya koça Flamîngoyane jî. Flamingo ji bo demekê tên û li virê dimînin. Ev jî ji bo wênekêşan dibe fersendek.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE