Her derê Ahlata Bitlisê ji berfê spî bû. Ji ber vê jî gelek çûkên cuda, ji bo derbaskirina zivistanê, li Gola Ahlatê ya li ber Behra Vanê hatin cem hev.
Li aliyekî Behra Vanê, li aliyê din berfa spî û gola nîv-qerisî. Ev der gola xwezayî ya li Ahlata Bitlisê ne. Ji ber sir û sêşemê, piraniya ava golê qerisiye.
Li cihên neqerisî gelek cure çûk hene û li ser avê diçin û tên.
Çivîkên herêma Ahlatê ji bo derbaskirina zivistanê gola xweşik a li deverê jî xwe re kirin war.
Tê gotin ku niha li devera golê nêzî 100 cure çûk hene û dê heta serê biharê li virê bin.