Li Ozalp a navçeya Wanê Gola Akgolê ya ji bo gelek çûkan navend e bi tevahî ziwa bû.
Gola ku mezinahiya wê 407 hektar bû û ji ber reng û rûçikê xwe dişibiya Gola Xwê û bi avên berf û baranê şên dibû di demên dawîn da ji ber hişkayiyê bi tevahî ziwa bû.
Gola ku sorewilk di serî da ji bo gelek çûkan navend bû niha ji ber hişkayiya demsalî kelebest e.
Rêjeya xwê ya di golê da ji ber ku zêde ye rûyê wê spî dike û dîmenên wê jî ji hewayê va bi droneyê hat kişandin.
Ziwabûna golê nîşan dide ku li herêmê hişkayiyeke çawa heye.
AA