Gola Asbogayê ya li Sarıkamışê benda ziyaretvanên xwe ye

Gola ku 11 kîlomêtro dûrî navçeyê ye xwedî qadeke 13 hezar û 500 mêtroqereyî ye.

Gola Asbogayê ya li Sarıkamışê benda ziyaretvanên xwe ye

Gola Asbogayê ya li Sariqamîşa navçeya Qersê bi siruşta xwe ya xweşik va benda ziyaretvanên xwe ye.

Gola ku 11 kîlomêtro dûrî navçeyê ye xwedî qadeke 13 hezar û 500 mêtroqereyî ye.

Gelek werdek û çivîk li golê dihewin, kesên siruştê hez dikin jî tên golê ku wêneyan bikşînin.

Tulîn Cellata siruştê hez dike got divê wek Gola Çildirê ev gol jî ji bo turîzmê bê xebitandin.

Cellatê wiha got: "Wek Gola Çildirê li vir jî zivistanê bi xizangên hespan ra li vir ger dikarin bên kirin. Li golê werdek, çivîk, buxik û nebatên endemîk hene. Ez ji her kesî ra pêşniyar dikim."

Ji welatiyan Fatîh Çagir jî got ew benda turîstên herêmî û biyanî ne û divê ev der havînê û zivistanê ji bo turîzmê bê xebitandin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE