Gola Çildirê qeşa girt

Ji ber hewaya sar Gola Çildirê qeşa girt…

Gola Çildirê qeşa girt

Sir û seqema li rojhılatê welêt, bi hemû tesîra xwe deqam dike. Ji ber vê rewşê, Gola Çildirê nêzî 30 santîman qeşa girt. Welatî bi taxokên xwe wênekêş jî bi kamerayên xwe daketin ser golê û bi dilê xwe wext derbas kirin.

Zivistana li herêmê bi hemû dijwariya xwe dewam dike.

Li hin deverên herêmê germahî di bin sifirê de heta 27 pileyan daket.

Ji ber vê bi taybetî cihên avî, çem û golên li herêmê cemed girtin.

Ji wan deran yek jî Gola Çildirê ye.

Ji ber sir û sermaya zêde serê golê bi qasî 30 santîman qeşa girt.

Li ser vê welatiyan tevî zar û zêçên xwe berê xwe dan ser golê û bi taxok, hesp û bi motorên xwe li ser cemedê kêf kirin.

Wênekêşan jî bi dilê xwe resmên balkêş girtin.

Dîroka nûkirinê: 12 Çile 2020, 15:57
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE