Gola Çildirê ya cemidiye wê bi "Festivala Qeşayê ya Hespê Zêrîn" şên bibe

Li gola di navbera Erdexan û Qersê da ya rûyê wê cemidiye qalindahiya qeşayê gihîşt 30 santêmî.

Gola Çildirê ya cemidiye wê bi "Festivala Qeşayê ya Hespê Zêrîn" şên bibe

Li Gola Çildirê ya ji navendên turîzma zivistanê yên rojhilatê îsal wê cara 7an "Festivala Qeşayê ya Hespê Zêrîn" were lidarxistin, di festivalê da gelek çalakiyê werin lidarxistin.

Li gola di navbera Erdexan û Qersê da ya rûyê wê cemidiye qalindahiya qeşayê gihîşt 30 santêmî.

Çildira wekî camê dibiriqe her sal zivistanê ji kesên dixwazin bi xizanga hespê bigerin û li ser golê bimeşin mazûvaniyê dike.

Li golê gundî qeşayê dişkênin tora masiyan berî avê didin û masiyan digrin, ev jî gelekî bala ziyarevanan dikişîne. Li golê yê di 12ê sibatê da Festivala Qeşayê ya Hespê Zêrîn were lidarxistin.

Di festivala bi hevkariya Walîtiya Erdexanê, Qaymeqamtiya Çildirê, Şaredariya Çildirê, Midûriyeta Spor û Ciwaniyê ya Bajêr û Federasyona Sporên Kevneşopî were lidarxistin da pêşbaziyên xizanga hespê, tîrkevanî, hespên rehwan û hespên çargalavî ew ê werin kirin.

Di festivalê da di kategoriyên mêr û jinan da peşbaziya revê jî wê were kirin, li ser qeşayê gulaş, patenê were kirin û govendê were girtin.

Ziyaretvanên festivala rengîn temaşe bikin wê ji xêncî masiyan goştê qazan û xwarinên herêmî jî bixwin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE