Gola Krater a Nemrûdê kampvanan diezimîne

Gola Krater ya Nemrûdê ku raqima wê 2 hezar û 500 e û di çarçoveya Projeya Destînasyonên Bijarte yên Ewropayî da "Xelata Newazetiyê" wergirt, bi menzereya xwe ya bêhempa, hewaya xwe ya xweş û bedewiyên xwe yên xwezayî va kampvanên ku ji çaraliyê Tirkiyeyê tên diezimîne

Gola Krater a Nemrûdê kampvanan diezimîne

Gola Krater ya Nemrûdê ya li Tetwana navçeya Bidlîsê, geştiyarên xwezahez ên ji çaraliyê Tirkiyeyê diezimîne.

Gola ku raqima wê 2 hezar û 500 e û di çarçoveya Projeya Destînasyonên Bijarte yên Ewropayî da "Xelata Newazetiyê" wergirt, bi menzereya xwe ya bêhempa va bi hezaran turîst û geştiyarên xumalî û biyanî hejmetkar dihêle.

Gola Krater ya Nemrûdê ligel bedewiyên xwezayî, bi golên ava sar û ava germ, şikefta cemedê, qulên dûkelê û celeb celeb balindeyan va bûye landika xwezahezên ku dixwazin kamp bikin.

Geştiyar û xwezahezên ji çaraliyê Tirkiyeyê yên ku hatine bajêr, Gola Krater ya Nemrûdê xwe ra wekî rotayeke nû kifş kirine û li vê derê ji xwe ra kampê dikin.

 "Xwezaya vê derê pir xweş e"

Mamoste Yuksel Diblan ku ji Wanê ligel hevalên xwe hatiye û li Nemrûdê kampê dike, ji peyamnêrê AAyê ra got ku ev 8 sal e ew ligel hevalên xwe li deverên cuda yên Tirkiyeyê kampê dike.

Diblan diyar kir, piştî ku tayîna wî derket Wanê, hezkirina wî ya ji xwezayê jî zêde bû û wiha dewam kir:

"Li gelek deverên Wanê, nexasim li qeraxên Gola Wanê me kamp kirin. Xwezaya vê derê, habîtata cuda ya vê derê em anîn vê derê. Berî ku em biçin memleket, me kampa xwe ya dawîn li vê derê vegirt. Piştî xwarinê em rabûn û em ji xwe ra geriyan. Xwezaya vê derê pir xweş e. Ez pêşniyazî herkesî dikim ku bên vê derê."

Parêzer Abdullah Eren ku ji Mêrdînê ligel hevalên xwe hatiye, diyar kir ku Gola Krater ya Nemrûdê yek ji wan ciyan e ku xwezahez û geştiyar herî zêde dixwazin li wê derê ji xwe ra kampê bikin.

Eren bal kişand ku divê qîmeta herêmê were zanîn û wiha dewam kir, "Ez gelekî bextewar im ku hatim vê derê. Ev der ji qelebaliya bajêr dûr e û li vê derê di bin stêrkan da mirov bêhna xwe dide. Gelekî xweş e. Kampa li vê derê jî tecrubeyeke cuda ye ku dê ji bîra me neçe."AA

Dîroka nûkirinê: 03 Tîrmeh 2019, 16:50
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE