Gola Qulingan a ku li taxa Bongilana Bingölê ye, bi giravên xwe yên gerok gelekî bi nav û deng e. Bi taybetî jî dema zivistanê berf dikeve, wênekêş ji bo kişandina dîmenên xweşik berê xwe didin golê.
Gola Qulingan ku li Bongilana Bingölê ye, di bin berfê de ma.
Piştî ku berf ket, li ser gol û giravên wê yên gerok dîmenên gelek xweşik û balkeş derketin.
Ev rewş ji bo wênekêşan jî bû keyeseke mezin.
Wênekêşên ku kamerayên xwe girtin, ji bo girtina resman berê xwe dan ser golê û bi dilê xwe dîmenên xweşik qeyd kirin.