Li Norşîna Bedlîsê, mangeya malekê za. Malbatê golik anî nava malê; kom û kuflet niha jî mîna zarokan li golikê dinêrin…
Bi destê xwe şîr didinê, hembêz dikin û jê re dilorînin…
Beriya çend rojan mangeya Hekîm Alvu za. Ji ber ku golik berwext çêbû, nikare dayika xwe bimije.
Malbatê jî golik bir nava malê û lê mêze dike.
Zarok bi destê xwe şîr didin golikê, didin ser piyan û loriyan jê re dibêjin.
Golik bi vî awayî di nav mala wan de bi delalî mezin dibe.