Gopal herçiqasî êdî zêdetir ji aliyê extiyaran ve tê bikaranîn jî gopalên bi neqş û bi sedefan xemilandî wek kevneşopiyeke hêz û esaletê ye. Lê hêdî hêdî hosteyên gopalan kêm dibin û ev huner jî tê jibîrkirin. Werin em berê xwe bidin kargeha hosteyekî ji betlîsê.
Serê sibê zû radibe û diçe atolyeya xwe û dest bi xebatê dike…
Cumalî Bîrolê ji Elcewaza Betlîsê, wekî nifşê sêyemîn ê malbatê vî pîşeyî didomîne.
Pêşî ji darên gûzan ên sedsalî û ji qiloçên heywanan gopalan çê dike…
Piştre jî van gopalan; bi sedef, rengên zêrîn û bi kevirên biqîmet dixemilîne..
Herî dawî jî motîfên taybet û tarixî li serê dineqşînin û gopaleke bêhampa dertê…
Hoseyê kopalan Cumalî Bîrol dibêje “ gopal nîşaneya hêz û asaletê ye”
“gopal ne nîşaneya pîrtiyê ye berewajî nîşaneya hêz û esaletê ye. Carinan çav, carinan palpişt,carna jî lingê sêyemîn e. Ger gopal wek diyarî bê dayîn hezkiriyek e ku tê maneya daxwaza temeneke dirêj.”
Gopalên ku çê kirine, di rêzefilmên weke “Payîtaxt Abdulhamît” de jî tên bikaranîn.
Hoste Bîrol, van gopalên xemilandî dişîne derwelêt jî.